Xebata vîdyoyê ya ku di derbarê cih û gorên bi komî yên heyama komkujiya Dêrsimê ya 1937-1938an de li ser qenala YouTube ya “Çandên Tirkiyeyê” hat belavkirin.
Bi alîkarîya Lêkolîna ku Komeleya Friedrich Ebert Stiftung a li Tirkiyê di çarçoveya “Projeya Xebatên Meydanî ya Dêrsîm 1937-1938” da xebatk dihat kirin.
Beşek ji encama wê xebatê, li ser qenala YouTube ya “Çandên Tirkiyeyê” hate belavkirin.
Gor wê encamê, Kemerê Arey (Halvoriye), Koo Spî (Zimeq) Kirniga Xalî, Serkemer/Derê Xezanî û Deştê weke cihên komkujiyê lixwe digire.
Li gorî rojnameya Dêrsimê, her pênc cihên komkujiyê ku di lêkolînê da bûne mijar û tiştên li wir qewimîne, herwiha hemû bûyerên din ên komkujiyê li bendê ne ku bi berfirehî werin lêkolînkirin û ronîkirin.
Projeya lêkolînê ku di warê akademî da jî girnîg e, di bin rêveberiya Prof. Dr. Bulent Bilmez û Cemal Taş da û bi koordînatora Dr. Esengul Ayyildiz berdewam e.
Di qonaxa yekemîn a projeyê de, ku bi têgihiştineke beşdariyê hate encamdan, armanc ne ew e ku “encamên lêkolînek temamkirî pêşkêş bikin“.
Xebata vîdeoyî ya hate weşandin, ji vegotinên tîma lêkolînê yên di dema seredana cîhên komkijiyê da pêk tê. Bi xebata vîdyoyê, armanc ew e ku banga beşdarkirinê û hevkariyê li kesên ku dixwazin beşdarî projeya navborî bibin, bike.
Biryar e encamên lêkolînê piştî ku di parzûnek akademîk-zanistî ra bêne derbaskirin, bi rêya pirtûk malperên înteraktîf ji raya giştî re bên ragihandin.
Ji bo temaşekirina vîdeoy vê linkê bitikîne