Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price derbarê êrişa şeva bihorî ya li dijî Herêma Kurdistanê bertek nîşan da.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li ser hesabê xwe yê twitterê radigihîne, ku ew bi bihîstina nûçeya êrişa li ser Herêma Kurdistana Iraqê gelek eciz bûn e.
Ned Price di twitterê xwe da bal dikişîne ser rewşa Herêma Kurdistanê û dibêj: “Em bi bihîstina nûçeya êrişên li ser Herêma Kurdistana Iraqê gelek bi hêrs in. Xelkê Iraqê ji destê wan corên tundûtîjî û binpêkariyan ku li dijî serweriya axa wan hatiye kirin, gelek êş û zehmetî kişandine.”
Roja 14ê Nîsanê êrişek li dijî Fiorkexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hate encamdan.
Di derbarê êrişê da Hevpeymaniya Navdewletî ragihand, ku êrişa li ser Firokexaneya Hewlêrê bi rêya firokeya bêpîlot (dron) hatiye encamdan.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Wayne Marotto dibêje, “êriş bi dronê hatiye kirin û ji ber êrişê agir li depoyekê ketiye. Bi sedema êrişê ti zirareke canî nebûye û ew mijûlî diyarkirina zirarên madî ne.“