Papa Francis îro, li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê va hate pêşwazîkirin.
Di dema daketinê da Papa destên xwe ji bo axê dirêj kir û ji Nêçîrvan Barzanî ra got, “Xweşhalim ku em li vir hev dibînîn.”
Paşê di civînek da ku rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokwezîr, Mistefa Seyid Qadir, Cîgirê Serok, Qûbad Talebanî, Cîgirê Serokwezîr û Muna Qehweçî, Sekretera Parlemena Kurdistanê amade bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi xêrhatina wî ya Kurdstanê Papa Pîroz kir û got; “Bi navê hemû pêkhatên gelê Kurdistanê va gelek bi germî bi xêrhatina cenabê we dikim. Serdana we rûdaneke dîrokî ya mezin e, cihê şerefmendî û xweşhaliya me ye û şanaziya hemû gelê Kurdistane ye.”
Papa Francis jî paşê li gel Serok Mesûd Barzanî civiya ku li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Papa ji Serok Barzanî ra wuha gotîye; “We di dema êrişa DAIŞê de Krîstiyan parastin. We wek bira pêşwazî li birayên xwe yên Krîstiyan kir û her bi vê sedemê jî spasiyên xwe pêşkêşî we dikim.“
Cîgirê Mîrê Êzdiyan Cewher Elî Beg jî serdana Papa ya ji bo Kurdsitanê nirxand û wuha got; “Hatina Papa li Iraqê bi taybetî jî li Herêma Kurdistanê gelekî girîng e. Em wek Êzdiyan bi hêvî bûn ku Papa serdana Lalişê an jî kampeke koçberên Êzdî bikira, ji nîzîk ve xelkê me bidîta û bizaniye derdeseriyên wan çine.”