Papa Francis îro serlêdana bajarê Urê kir. Ur bajarê şaristaniyê, bajarekî dîrokî û cîhê jidayîkbûna pêxember Îbrahîm e.
Papa Francis li bajarê Urê axifî û di axaftina xwe da behsa pêxember Îbrahîm kir û got, “Îbrahîm, rehma Xwedê li ser be, li vir li esman nêrî û ji esman û stêrkan wehîy gihiştin wî. Em jî piştî bi hezaran salan li esman dinêrin û esman peyaman didin me. Ev esman peyama hevgirtina me didin me. Esman ji me re dibêjin, biratiya xwe qayîm bikin.
Em neviyên Îbrahîm in û divê em birayetiya xwe jibîr nekin. Pêwîstîya me bi alîkarî û hevkariya asmanan heye. Em nikarin ji hv qutbin û ji hev dûr bikevin. Divê em erdê avedan bikin, ku ev erkê ser milên me hmûyan e.”
Sedem serlêdana Papa, nûnerên Zerdeştî û Kakeyiyan ku çûne bajarê Urê. Ew li wir daxwaz ji Papa bikin, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyên ku ew li ser in, Papa guvaş bixe ser hikûmeta Iraqê.