Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Îranê bi êrîşa ser keştiya Îsralî ya li Kendavê tometbar kir û got; „Em rê nadin Îranê ku karên xwe ya atomî pêş va bixe. Eme li her derê li Iranê bixin û rê
Şeva Înê keştiyeke Îsralê li Kendavê bi 2 muşekan hatibû aramanckirin. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ji medyaya welatê xwe re eşkere kiribû ku ew êrîş ji aliyê Îranê va hatiye kirin û di vî warî da tu şik nîne.”
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Bênî Gantiz jî ragihand ku li gorî lêkolînan, Îran berpirsê sereke yê êrîşa li ser keştiya bazirganî ya Îsraîlê ye.
Bênî Gnatiz di derbarê êrîşê da wuha got; „Em ê lêkolînên xwe berdewam bikin, lê ew bi her awayî piştrast dikin ku Îranê hewl daye ziyanê bigehîne jêrxana Îsraîlê.“