Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron çû Parîsê. Ji alî Serok Emmanuel Macron, li Koşka Elysee bi dostanîyek germ hate pêşwazîkirin.
Nêçîrvan Barzanî dûra bi Macron û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ra civîya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civînan, di derbarê hevdîtnên xwe yên li gel Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Wezîrê Derve Jean-Yves Le Drian da civîneka rojnamevaniyê lidarxist.
Nêçîrvan Barzanî behsa hevdîtina xwe û ya bi Macron ra kir û got; „Ez îro li Parîsê bi hevdîtina hevalê xwe Serok Emmanuel Macron pir kêxweş bûm. Min spasiya xwe bo hevkariya mirovî ya berdewam a Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da. Herweha me peywendiyên dualî pisgirêkên Iraqê û navçeyê gotûbêj kirin. Serokê Fransayê amade ye, ku di çarçova civaka navdewletî da alîkarî û piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Fransa di meseleya piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê û di şerê DAIŞê da, alîkariya mirovî û palpiştiya siyasî da xwedî roleke mezin e.”
Nêçîrvan Barzanî di beşek axaftinên xwe da behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin û got; “Ew şêweyê serederiya Bexdayê ya li gel Herêma Kurdistanê bi ti corek ne federalî ye û li cîhanê nîn e. Ev sîstem heta niha li Iraqê nehatiye bicihkirin. Herêma Kurdistanê ne sedema pirsgirêkan e, lê alîkarîya ji bo çareserkirina pirsgirêkên din ên Iraqê jî amade ye. Em hêvîdar in ew reşnivîsa ku Hewlêr û Bexda li ser rêkeftibûn, deng li ser bê dayîn.”