Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê ji bo Demirtaş û Kavala, ku gor biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) serbst nehatine berdan, pêvajoya venêranê da destpêkirin.
Di civîna Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê da hat ragihandin ku pêvajoya derbarê doz û berdewamiya girtina Kavala ne li gorî biryarên DMME ye. Komîte, lixwegirtinên di derbarê pabendî û cibicîkirina biryarên DMME cardin bibîr xist.
Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê biryar dan ku rewşa Osman Kavala ne tenê di civînên mijara DMME da, di hemû civînan da bînin rojevê. Ji hefteya bê şûnde di civînên ku balyozên 47 welatan ra bên kirin da jî madeya rojeva Kavala lê zêde bikin. Herwiha her hukumet bikaribin ji Enqereyê agahiyan bixwazin.
Ji ber girtîmayina Kavala, Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê dê nameyek ji aliyê Wezareta Derve ya Almanyayê va, ku serokatiya Yekîtiya Ewropî ya serdemê dike, ji Enqereyê re were şandin.
Komîteya Wezîran ji bo Hevserokê berê yê HDPê Demîrtaş jî di derbarê biryara ku DMME dabû, pêvajoya venêranê da destpêkirin.
Komîtê biryar da ku, “Divê Demîrtaş demildest serbest bê berdan”
Herwiha komîte têza Enqerê ya “Demîrtaş niha ji ber biryareke ku ne di çarçoveya biryara ku DMME daye da hatîye girtin” red kir. Ji ber ku ev têza ji berê da ji aliyê DMME va hatibû vekolandin û hat redkirin, li Enqerê vegerand.
Komîte diyar kir ku eger Demîrtaş serbest neyê berdan, ew ê mijarê di civîna Hezîrana 2021an da dîsa bînin rojevê.