Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo Cejna Newrozê îro peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Biden di pîrozbahîya xwe da wuha dibêje; “Bihar ji bo nûbûn û zindîbûnê hemayeke hetayî ye. Ji Amerîkayê heta Îranê, Asyaya Naverast, welatên Qefqas û Rojhilata Navîn û dilê xelkê ronî, hêviyan jî tijî dike.”
Serokê Amerîkayê amdide dîyarkirin ku Koşka Spî bi mêza “Heft Sîn” pêşwazî li Newrozê dike. “Heft Sîn” nerîteke kevn a gelên Îranî ye ku roja Newrozê wek sewze, gul, giya û tiştên wek wê li ser mêzekê tên danîn.
Serokê Amerîkayê di dumahîka peyama xwe da dibêje; “Niha ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi wê peyamê ye ku Newroz li gel xwe tîne.
Piştî ew hemû azar û jidestdanê, divê li bîra me be ku rojên me yên baştir li pêş in. Pêwîst e, ji bo armanca mezin em hemû kar bikin ku hevbeşên me di dahatûyê da aştî, xweşguzeranî û hevtegêhiştinê bedest bixin.”