
Li Amerîkayê zêdetirî 180 endamên Kongresê li ser binpêkirina mafên mirov li Tirkiyê nameyek ji Wezîrê Derve Antony Blinken re şandin.
183 endamên Kongreya Amerîkayê, ku ji herdu partiyên Komarî û Demokratan pêk tên, nameyekê ji Wezîrê Derva Antony Blinken ra şandin. Di nameyê da daxwaz ji îdareya Biden tê kirin ku sedem binpêkirina mafên mirovî li dijî li Tirkiyê siyaseteke dijwar peyrew bike.
Di nameyê da endamên Encûmena Nûnerên Amerîkayê dibêjin, „Tirkiye hevpeymaneke girîng a NATO û Amerîkayê ye, lê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ew peywendiya baş têk birîye.
Erdogan û partiya wî sîstema dadwerî ya welatê xwe lawaz kirine, kesên nêzîkê xwe li postên girîng û saziyên serbazî û îstîxbaratî damezrandine. Ew rexnegir, rojnamevan, endamên grûp û partiyên kêmîneyan ligel siyasetmedarên partiyên opozisyonê desteser dikin û digrin.
Di peywendiyên me yên dualî da girîngî bi meseleyên stratejîk hatiye dayîn, lê binpêkirina mafên mirov û proseya demokrasiyê li Tirkiyê em nîgeran kirine.”