Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî 64 rojên destbikarbûna xwe, li Koşka Spî konferanseke rojnamevanî saz kir. Di konferansê da pirsa koçberan, Corona û Çîn mijarên sereke bûn.
Joe Biden di konferansê da axifî û got; “Ti krîzekê rû nedaye û pirsgirêkeke werzî ye û her sal rû dide.”
Biden di derbarê Coronayê û belavkirina vaksînê da, „armanca min ew e, ku heta 100emîn a roja serokatiya min da 200 milyon kes li Amerîkayê vaksîna Coronayê werbigirin. Karên min ên herî li pêş, çareserkirina pirsgirêkên ji ber Coronayê ne“
Bden di derbarê dosye û pirsa Çînê da jî wuha got; “armanca Çînê ew e, ku bibe welatê herî dewlemetirîn û bihêztir. Lê em nahêlin ev nîyeta wan biçe serî. Em dixwazin bi zêdekirina weberhênanê di warê zanist û lêkolînên Amerîkayê, rûbirû hewlên pêşketina Çînê bibe.
Me ji Serokê Çînê ra zelal kiriye ku dê em li ser şermezarkirina kiryarên Çînê yên li hember mafên mirov berdewam bin.“
Biden diyar jî kir ku wî ji Serokê Amerîkayê Xi Jinping ra ragihandiye ku ti serokekî Amerîkayê li hember binpêkarina mafên mirovan bêdeng nemaye.