
Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya NATOyê ragihand, ku wezîrên berevaniyê yên welatên endam biryar danê, çalakîyên NATOyê li Iraqê berfirehtir bikin. Ji bo vê yekê jî hejmara serbaz û şêwirmendên xwe yên li Iraqê ji 500 kesan derdixin 4000 kesan.
Wezîrên berevaniyê yên welatên endamê NATOyê duh li Brukselê civîyan. Piştî bidawîhatina civînê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di konferanseke rojnamevanî da axifî.
Jens Stoltenberg di axaftina xwe da dîyar kir, ku wezîrên berevaniyê yên welatên endam biryar danê, çalakîyên NATOyê li Iraqê berfirehtir bikin. Ji bo vê yekê jî hejmara serbaz û şêwirmendên xwe yên li Iraqê ji 500 kesan derdixin 4000 kesan.
Jens Stoltenberg di derbarê vê biryarê da dibejê; “Em rahênan û perwerdeya NATOyê ya ji bo zêdekirina şiyanên hêzên ewlekarî yên Iraqê giring dibînin. Ji ber ku ew baştirîn rêlibergirtina DAIŞê ye. Em ji nêzîk ve kar li gel hikûmeta Iraqê dikin û şîreta didin wan”.
Sekreterê Giştî yê NATOyê destnîşan jî kir, ku tevahiya çalakiyên wan ên li Iraqê, li ser daxwaza hikûmeta Iraqê û bi rêzgirtin li serweriya wî welatî tên pêkanîn.