
Gundê Koço gundek mezin û girêdayî Şingalê ye.
DAIŞê di sala 2014an da êrişî gundê Koço kiribû û di wê êrişê da bi hezaran Kurdên Êzdî kuştibûn, bi sedan kes revandibûn û wenda kiribûn, ku ji wan hê aqûbeta 508 kesan nedîya re.
Ji Kurdên Êzdî yên ku di gorên bikom da hatibûn veşartin, ji wan termên 104 kesan li Gundê Koço, bi amadebûna hejmareke zêde ya ji xelkê, kesayetiyên ayînî, nûner û berpirsên hikûmî hatin veşartin. Eqrebayên wan ji bo rêzgirtinê nêzikî 3 demjimêran rawestiyan.
Termên zêdetirî 200 kesên ji gundê Koço jî ev sê meh n ji bo pişkinîna DNA li Bexdayê ne û heta niha encamên wan derneketine.
Ji beşdarên merasmê yek jî jineka 80 salî ye.
Navê wê Mincî Cilo û ji gundê Koço û ye.
DAIŞê di wê êrişê da, ji malbata wê 19 kes kuştine.
Lê dîsa jî berxwe dide û dibêje; „hê jî 7 zarokên xwîşka min, 6 zarok jî ji malbata min mane. Bi Xwedê gelek in.”
Wek tê zanîn, roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê bi êrişeke berfireh avêtibûn ser Şingalê û nêzikî 6 hezar û 500 Kurdên Êzidî ketibûn destê wê rêxistinê.
Ji wan heta niha zêdetir ji 3 hezar û 500 kes hatine rizgarkirin, lê hê jî çarenivîsa nêzikî 3 hezar kesan nayê zanîn.
Herwiha heta niha 80 gorên bikom li Şingalê hatine dîtin û ji wan jî tenê 20 gor hatine vekirin.