
Serokê Amerîka Joe Biden, di Konfransa Ewlehiyê ya Munîhê da axaftinek kir. Biden di axaftina xwe da bal kişand ser giringiya peywendiyên Amerîka, welatên Ewropayê û NATOyê.
Biden; “Ez li axaftina xwe xwedî derdikevim. Îro wek serokê Amerîka ez diaxivim, di destpêka destbikarkirina Rêveberiya xwe da, peyameke zelal ji bo cîhanê dişînim. Hevpeymaniya Amerîka û Ewropa mîna salên berê, em li pişt xwe nanêrin, em bi hevre li pêşiya xwe dinêrin.
Hevpeymaniya Amerîka û Ewropayê li ser bingeheke bi hêz hatiye damezirandin, bingeheke ku ewlehî û pêşkeftinên me yên hevbeş tê da cîh digrin. Hevpeymaniya me wek kevirekî koşe ye, ji bo her tiştê ku me çawa di sed sala 20an da bi hev ra kar dikir, emê wan di sed sala 21an da jî bi hev ra pêk bînin,”
Serokê Amerîkayê Joe Biden, di axaftina xwe da herwiha Rûsyayê wek gefa bo ser demokrasiyê bi nav dike û dibêje, „Putin li welatên Rojava ji bo jinavbirina sîstema hikûmraniya demokrasiyê, sîstema gendeliyê wek çek bikar tîne.“