
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) Mazlûm Kobanî di hevpeyvîna li gel rojnameya Şerqul Ewset da daxwaz ji Serokê Amerîkayê Joe Biden dike ku rola Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn çalak bike û dawî li “karesata Sûriyê” bîne.
Mazlûm Kobanî dibêje, Tirkîyê bi dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî va rê vekir ku DAIŞ careke din serî hilde.
Di beşeke wê hevpeyvînê da, Mazlûm Kobanî rola Amerîkayê wuha dinirxîne; „em bi hêvî ne rêveberiya nû ya Amerîkayê şaşiyên Donald Trump sererast bike û ji bo dagîrkirina navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê rê nede Tirkiyê.“
Di derbarê HSDê da jî Mazlûm Kobanî wuha dibêje; „HSD saziyeke serbixwe ye. Stratejiyeke wê ya zelal ji bo pêşeroja Sûriyê heye û li gor wê stratejiyê kar dike.“