
Serokê Amerêkayê Joe Biden di hevpeyvîna xwe ya li gel televîzyona CBS ragihand, ku ew dorpêçan li ser Îranê ranakin, heta ku Îran bi temamî pabendiyên xwe bi xalên rêkeftina atomî nîşan nede û meyandina uranyumê jî li gorî mercên rêkeftinê kêm neke.
Amerîkayê di sala 2018an da, bi biryara serokê wê demê Donald Trump, ji rêkeftina atomî ya bi Îranê ra vekişiyabû û tevahiya sizayên navdewletî vegerandibû ser Îranê.
Îran salek piştî derketina Amerîkayê ji rêkeftina atomî, pêngav bi pêngav pabendiyên xwe yên di çarçoveya rêkeftinê da kêm kirin û berpirsên Îranê ew demeke ku dibêjin, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê pabendiyên xwe cîbicî nekirine, lewma heta ew alî pabendiyên xwe pêk nehînin, Tehran jî venagere ser rêkeftina atomî.
Rêberê Komara Îslamiya Îranê, Elî Xaminêyî jî roja rojek berê careke din tekezî li ser wê helwesta Tehranê kir û got, “divê Amerîka tevahiya dorpêçan li ser Îranê rake paşê em dê vegerin nav rêkeftina atomî.”
Hikûmeta nû ya Amerîkayê bi serokatiya Joe Biden dixwaze careke din li ser bernameya atomî bi Îranê ra danûstandinê bike. Lê ji bo vê yekê şertên wan w e, ku divê destpêkê Îran vegere ser rêkeftina atomî û rêkeftin jî bibe bingehek jibo rêkeftina li ser bernameya mûşekî ya Îranê.