
Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) ragihand ku di van salên dawî da, bûyerên bi zorê revandin û wendakirinê li Tirkiyê zêde bûne. Amnesty di derbarê vê yekê da daxwaza ronîkirinê ji rayedarên Tirkiyê dike. Rêxistina navbirî dibêje, lêpirsîn û zelalkirina bûyeran erkê dewletê ye û wendakirina bi zorê (cebrî) li gor hiqûqa navdewletî tawan e.
Ji Rêxistina Lêborînê Milena Burum ji medya Almanyayê ra diyar dike, ku di salên dawî da li Tirkiyê bûyerên cuda yên gumanbar ên wendakirina bi zorê hatine dîtin. Divê dewlet bi lêpirsîn van bûyeran ronî bike. Jiber ku di derbarê jîyana hemwelatîyê xwe da berpirsyar e.
Milena Buyum wuha dibêje; „Tirkiyê peymana navdewletî ya di derbarê wendakirina cebrî da îmze nekiriye, lê divê ew jî pêbendê qedexeya wendakirina cebrî be û van bûyeran zelal bike. Jiber ku, ev yek li gor hiqûqa navdewletî tawan e.
Hiqûqa Navdewletî, wendakirina kesan ji aliyê fermanberên dewletê, erkdarên dewletê yan jî alîgir û kirêgirtiyên dewletê va, wek wendakirina cebrî binav dike. Di van rewşan de dewlet, desteserkirina wan kesan qebûl nake. Malbat û rêkxistin nikarin derbarê wî kesê derveyî parastina yasayî de zanyariyan wergirin.“