
Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz ji Tirkiyê dike, ku rêz li biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê bigire û karsaz Osman Kavala azad bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Ned Price di daxuyaniyekê de ragihand, tometên ku arasteyî Osman Kavala têne kirin, girtin û lipaşxistina dadgehkirina wî bi tayebtî têkelkirina dosyeyên li dijî wî hatine vekirin, li ber rêzgirtina li serweriya yasa û demokrasiyê astengiyan derdixin pêş.
Price herwiha radigihîne, ku ew daxwaz ji Tirkiyê dikin rêzê li biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê bigire û çareseriyeke zelal û dadperwerane ji vê keysê ra bibîne.
Osman Kavala karsazekî Tirk e û Serokê Desteya Rêvebir ya Kompaniya Anadolu Kulturê ye.
Osman Kavala di 18 Cotmeha 2017 da hat desteserkirin û di 1ê Mijdara 2017 da bi fermî bi hewldana ji bo ji holê rakirina destûrê, hewldana ji bo têkbirina hikûmetê û herwiha bi piştevaniya darayî ya ji bo xwepêşandanên Parka Geziyê tê tometbarkirin.
Kavala di 2 Cotmeha 1957 da li Parîsê ji dayik bûye û li xwandingeha Robert a li Stenbolê xwandina xwe ya lîseyê qedandiye. Piştre çûye Manchesterê û di Beşa Aborî ya Zanîngeha Manchesterê de xwandina zanîngehê qedandiye.