
Şaredariya Navçêya Artukluyê ya girêdayî Mêrdînê tabelayên ku di 2014an de hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî hatibûn nivîsandin, bi tabelayên nû ve guhert. Di tabelayên nû de tîpên Kurdî Q, W, X jê hatin derxistin, li cihê wan tîpan K, V, H hatin bi karanîn.
Li ser guhertina tîpên Kurdî Komîsyona Mafên Ziman ya Komeleya Însiyatîfa Mafan nerazîbûna xwe nîşan da û amaje bi wê kir ku navên bi tîpên Kurdî yên li ser tabelayên kevin hatibûn nivîsandin, li ser tabeleyên nû bi tîpên xelet hatine nivîsandin û ev jî dibe sedema xerabkirina wateya navan.
Komeleya Însiyatîfa Mafan dibêje ev kiryar civaka Kurd êşandiye û eger ev tabela bi şaşî hatibin nivîsandin dixwazin bên sererastikirin, lê eger ev şaşî neyên sererastkirin tê wateya cudakirina qesti û ew dê li hemberî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.