
Eleonore Fourniau muzîkjeneke Fransî ye, bi rengekî ji rengan Kurd nas kirine, ketiye bin bandora çanda Kurdî û dest bi gotina stranên Kurdî kiriye. Ji bo xwendina beşa dîrokê ji Fransayê çûye Tirkiyê û li wir bi naskirina hejmareke xwendevanên Kurd, muzîka Kurdî bala wê kişandîye.
Di derbarê vê pêvajoya xwe da Eleonore wiha dibeje: “Berî hatina min a Tirkiyê min Kurd nas nedikirin. Ez ji bo fêrbûna muzika Tirkî di Sala 2010an çûbûm Stenbolê, li wê derê dema min li konservatuarê dixwend hinek hevalên Kurd nas kirin û me bi hev re komeke muzîkê bi navê Esmen ava kir. Bi wî rengî min dest bi muzîka Kurdî kir.
Deng, stran û muzîka Kurdî gelek bihêz in. Xweşbûn û bihêzbûna muzîka Kurdî herî zêde bala min kişand. Stanên dengbêjî gelek zehmet in û ez jî hewl didim bibêjim. Ez nabêjim ez dengbêjim, lê keyfa min ji tiştên zehmet ra tê. Kurahiyek stranên dengbêjî hene. Li Stenbolê min Dengbêj Xalidê nas kir, wê demê min biryar da ku ez jî stranên dengbêjî bibêjim.”
Eleonore Fourniau eşkere dike, ku ji dengbêjin Kurd ew herî zêde ji Şakiro hez dike û wê jî heta niha zêdeyî 50 stranên Kurdî gotine.
Hunermenda fransî gilî gazinên xwe jî ji hevalên xwe yên Kurd dike û dibêje; “Her kes bi min ra bi Tirkî diaxive. Hevalên min ên Kurd jî bi min ra bi Tirkî diaxivin, loma ez nikarim baş fêrî Kurdî bibim. Ez dixwazim herim cihekê, ku Kurd bi tenê Kurdî dizanin. Bi wî rengî Kurdiya min dê baştir bibe.”