Piştî nîqaşeke dûr û dirêj, Encûmena Nûneran û Senata Amerîkayê giliyên li ser encamên hilbijartina serokatiyê red kirin û dengên encûmena hilbijartinan pesend kirin.
Bi vî awayî Joe Biden bi fermî ji aliyê Kongreyê va weke 46mîn Serokê Amerîkayê hat pesendkirin.
Di civînê de, Kongreyê serkeftina Joe Biden bi 306 dengan pesend kir. Piştî pesendkirina serkeftina Biden, Donald Trump ragihand, ku dê di dema xwe da desthilatê radestî Joe Biden bike.
Trump di daxuyaniya xwe da dibêje, tevî ku bi tevahî ji encamên hilbijartinê nerazî be jî, ew ê di roja 20ê Çile da bi awayekî rêxistî desthilatê radestî Biden bike.
Trump di daxûyanîya xwe da cîgirê xwe Mike Pence weke “tirsenok” bi nav dike û dibêje, “diviyabû karê rast pêk bîne.”
Duh di dema civîna hevbeş a Kongreyê da alîgirên Trump bi ser avahiya Kapîtolê da girtibûn û derbasî nav avahiya Kongreyê bibûn: Sedem aloziyan civîn ji bo 4 demjimêran hatibû paşxistin.