
Bi dehan sal e Ey Reqîb li her çar perçên Kurdistanê bûye sirûda niştimanî ya netewa Kurdç. Lê hêj muzîk û şêwazê wê bi wî şêwazî nehatiye amadekirin ku hemû grûpên sîmfoniyên niştimanî û serbazî li welatan bikarin bijenin. Lewma Dilşad Seîd bi nivîsandina notayên sirûda Ey Reqîb, ew pirsgirêk çareser kir.
Sirûda niştimanî ya Ey Reqîb bo cara yekem li Komara Kurdistanê ya li Mihabadê bi fermî wek sirûda niştimanî ya Kurdistanê hat naskirin. Roja ragihandina wê komarê û bilindkirina ala Kurdistanê li meydana Çarçira li Mihabadê, roja 22ê Çileya 1946an, ew sirûd hat lêdan.
Kurd heta niha jî li her cihekê Ey Reqîb wek sirûda niştimanî di boneyên niştimanî da bikar tînin. Herwiha wek sirûda niştimanî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê va hatiye pesendkirin û ji aliyê rêveberiya kantonên (Rêveberiya Xweser) li Rojavayê Kurdistanê tê bikaranîn.
Ey Reqîb!
Ey reqîb her, maye qewmê Kurd ziman
Naşikê û danayê bi topê zeman
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan
Em xortên rengê sor û şores in
Seyr bike xwîna diyan me da rijand
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan
Lawê Kurd rabûye ser pê wek şêran
Ta bi xwîn nexşîn bike tacê jiyan
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan
Em xortên Mîdya û Keyxusrew in
Dîn îman û ayina me, her niştiman
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan
Xortê Kurd tev hazir û amade ne
Canfîdane, canfîdane, her canfîda
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan