Li gorî Malpera nûçeyan ya Deadline, HiddenLight Production, pirtûka Gayle Tzemach Lemmon a bi navê „Keçên Kobanî: Çîrokek Serhildan, Cesaret û Dadperwerî“ dike rêzefilm.
HiddenLight Production, ji alî Wezîra Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton, keça wê Chelsea û Sam Branson va hatiye damezrandin.
Kompanya xwe wekî studyoyek cîhanî ku senaryoyên nivîskî û nenivîskî ji bo TV, fîlm, dîjîtal û belgefîlmên berbiçav çêdike, dide naskirin.
Pirtûka Lemmon, „Keçên Kobanî: Çîrokek Serhildan, Cesaret û Dadperwerî“ di 16ê Sibatê da tê weşandin. Pirtûk li ser bingeha raporên çendîn salan ên li ser jiyana şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ku beşek ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye û ew bixwe jî hêza sereke ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêk tîne, hatiye nivîsandin.
Nivîskarê pirtûkê Gayle Tzemach Lemmon nivîskarê New York Times û di heman demê de nivîskarê du pirtûkên herî pir tên firotinê ye: Terziyê Khair Khana (2011) û Şerê Ashley (2015).