
Berdevekê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto, sedm salvegera bajarê Kobanî yê peyamek belav kir û rizgarkirina Kobanî pîroz kir.
Wayne Marotto di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê twittirê da, Kurdan wek hevkariyeke mînak a pêbawer û jêhatî dide nasîn û pîrozgahîyê li wan dike.
Marotto di twitta xwe da wuha dibêje: “Îro roja azadkirina Kobanê ye. Di 26ê Çileya 2015an da şervanên Kurd, bi piştgiriya ezmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî, Kobanî azad kirin û têkbirina DAIŞê baş nîşanî cihanê dan. Herwiha, armanca wan a stratejîk jî red kirin. Em Kurdan pîroz dikin ku îro bûne mînaka hevkarekî jêhatî, û pêbawer.”
Di 26ê Çileya 2015an da, DAIŞ li Kobanî bi temamî rastî şikestinê hat û ew herêma Rojavayê Kurdistanê bi temamî rizgar bû.
Şer û berxwedana Kurdan a li Kobanî û têkbirina DAIŞê li tevahiya cîhanê deng veda û li ser asta cîhanê gelek kesayetî, siyasetvan û rêxistin û aliyên navdewletî hevsozî û piştgiriya xwe bo Kurdan diyar kirin.