
Zimanzan Samî Tan û Rêveberê Tora Ziman û Çanda Kurdî Omer Fîdan di Rûdaw TVyê da rewşa zimanê Kurdî nirxandin.
Samî Tan di derbarê rewşa zimanê Kurdî ya îroyîn li Tirkiye û Bakurê dike û dibêje; “Polîtîkayeke bişaftinê li ser Kurdî heye û hem jî Kurdî bê fonksiyon hatiye hiştin û ev jî bûye sedem ku malbat xwe ji Kurdî dûr bixin. Eger îradeya siyasî ya Kurd bi awayekî xurt bi kiryar û gotin tevbigerin girseya gel jî dê xwe nîşan bide.”
Derbarê avabûna hişmendiya ziman li gel zarokan jî Tan wuha dibêje; “Di malê de mirov dikare vê yekê bike û zarokan bi vê hişmendiyê perwerde bike û bihêle ku zarok bi nasnameya xwe ya netewî û çandî serbilind be.”
Rêveberê Tora Ziman û Çanda Kurdî Omer Fîdan derbarê raporta li ser zimanê Kurdî ku wan pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê kiribû, bi hebûna hejmareke zêde ya pirsgirêkan dike û dibêje, “Her çiqas bi salan xebat hatibin kirîn jî heta niha karên avakirineke bîreke kolektîf pêk nehatiye. Raporta me di encama xebatên dirêj de hat amadekirin.”
Omer Fîdan nebûna statuyeke fermî weke pirsgirêk û kêmasiya sereke ya zimanê Kurdî binav dike û dibêje; “Ev bingeha hemû pirsgirêkan e. Ev dibe sedema pirsgirêkên krîmînalîzekirinê. Qirkirina zimanî li ser Kurdan hat ferzkirin. Ji ber ku Kurd niha jî di tirsa jiyanê de ne weke baş xwedî li vê mijarê dernakevin. Tişta tê kirin zimankujî ye û tawan e. Krîmînalîzekirin qada ziman teng dike. Divê tirs û xofa li ser ziman bê rakirin.”
Samî Tan li ser siyasîkirina zimanê Kurdî jî dibêje, “Ziman bi awayekî qurbaniyê netewesaziyê ye ji ber ku amûra sereke ya netewesaziyê ye. Rikaberiya di navbera Kurd û Tirkan da ziman dibe qurbanî. Di dema avakirina Komara Tirkiyê da rewşa zimanê Kurdî û Tirkî weke hev bû, lê Kurdî hat tepeskirin û Tirkî hat bilindkirin. Kurdê polîtîzebûyî heta radeyekê li zimanê Kurdî xwedî derdidkevin, lewma ziman polîtîze bûye. Ji ber ku rê li ber ziman hatiye girtin ku bi awayekî sirûştî pêş bikeve.”