Tê ragihandin, ku Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li gel hêzên Iraqî piştî civînên e. Piştî çend civînan razî bûne, ku hêzên xwe ji qezaya Şingalê vekişîne û li Çiyayê Şingalê bicih bike.
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeşên Iraqê jî dibêje, “rêkeftina Şingalê ketiye warê cîbicîkirinê û ti hêzên çekdar li nav bajarê Şingalê nemane.”
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeşên Iraqê, Lîwa Tehsîn Xefacî di derbarê vê yekê da wuha dibêje:
“Îro 1ê Kanûnê roja cîbicîkirina rêkeftinê bi awayekê pratîkî ye, niha hêzên federalî dest bi belavbûnê û bicihbûnê kirine. Li vir jî tenê Ala Iraqê hatiye hildan, ti grûpeke çekdarî jî di nava vî bajarokî de nîne. Heta nivisîngehên rêpêdayî jî, mebesta min ev e ofîsên siyasî û yên partiyan li vir nemane.”
Di derbarê cîhvicîhkirina polêsên federal da jî Lîwa Xefacî dibêje; “Polîsê xwecihî dest bi wergirtina dosyeya ewlehiyê kiriye. YBŞ vekişiyaye û tenê beşeke biçûk maye, ku wan jî bi pratîkî dest bi vekişînî kiriye.”