
Ji destpêka parlamentoya Tirkîyê, heta îro hinek kurd bi serê xwe, an jî wek grûbên partîya ketine parlamentoya Tirkîyê. Ji destpêka meclisê ji salê 1922da heta roja îro ji bo mafê kurda tiştek bi yasayî nehatîye kirin. Hergav bi qerarên antîdemokratîk di derheqê kurda da bi yek dengî qanûnê komkujîyê û asîmîlasyonê hatine dayin.
Kurdên bakurê Kurdistanê jî hê li ser îradeya sîyasî û parlamenterîya Tirkîyê hevdû sûcdar dikin.
Kesên dema li tirkîyê dibin parlamenter xwe wek îrada milet dibînin. Lê hilbijartian wan nayê wê wateyê ku ew îradeya miletê Kurd in. Ji ber ku sed sal zêdetire parlamentoya tirkîyê hatîye damezrandin. Bi tenê, miletê kurd ji ziman û netewa wî dûr xistine û zilm û zordarî kirine.
Îro jî Kurd hemû behsa îrada sîyasî û rola partîyên Kurda tînin ziman. Dema mirov li dîroka damezrandina parlamentoya tirka mêze dike, ji ber darbeyên leşkerî, ew bi serê xwe hê jî nebûne îrada miletê Tirk. Gelo ew parlamenter û grûbên bi navê kurda ewê çewa bibin îrada miletê kurd.
Ji damezrandina Komara tirkîyê heta salên 1950 yî yek partî bi serê xwe hikûmet bû. Di hibijartinên di nav wan salan da li ser sandiqên dengdanê yek esker an jî polîs disekinîn. Hilbijêr jî vekirî û li ber çavan deng didan û bi dizî û veşartî jî deng hildibijartin.
Heta salê 1960tî li ser Kurda pênc komkujî çebûn. Pişt ra darbeya leskerî çêbû û du wezîr û Serokwezîrê Tirk hatin dardekirin. Di sala 1970yî da dîsa darbeya leşkerî çêbû. Sê xortên şoreşgerê Tirk hatin dardekirin. Di darbeya sala 1980an da jî bi dehan kes hatin dardekirin. Bi hezaran mirov di îskenceyê da hatin kuştin û wendakirin, bi sedhezaran kes hatin cazakirin.
Bi taybetî di van darbe û girtinan da ewên pir zêde zilm û zordarî dîtin û hatin kuştin dîsa Kurd bûn.
Ji her darbeyî şûnda, dema lîstoka hilbijartinê dest pê dikir. Partî û sîyasetmedar derdiketin kolana bi dengê bilind soza demokrasîyê didan. Dema dahatin hilbijartin û diçûn parlamentoyê zirxê destnedayînî li xwe dikirin û xwedêgiravî dibûn îrada milet.
Darbeya bi destê terîqata Feto jî lîstikekî dewletê bû. Pişt vî darbeyê jî wek dema darbeyên din kurd daha pir ketin dengasîyê. Îro li ber çava ye û mirov dibîne ku dîsa bi her avayî zilma giran li ser miletê kurde.
Sedsal e ne dewleta tirka ji bo demokratizekirina tirkîyê gav davêje, ne jî ewên dibin parlamenter, ji bo demokrasîyê tişteki dikin. Ji ber ku parlamenterîya li tirkîyê ne wekî parlamenterîya welatê demokrat in. Dewlet ji bo berjewendîyê wan her tiştî ji wan ra amade dike. Ew êdî pişta xwe didin yasayê antîdemokratîk. Xwe wek ferîştah dibînin. Heta dem dem, ew parlamenterê kurd û ji xwe ra demokrat dibên, dema dikevin tengasîyê dibêjin bala xwe bidin min, ez xwedî zirxê dewletê me, hûn nikarin dijî min derkevin. Heta malbatê wan jî dikevin bin zirxa dewletê.
Ji ber wî jî ew parlamenterên tirk an jî kurd ne xwedî îradeya gelan in. Encax xwedî îrada dewleta dagirkerin. Ji ber wî jî kî diçe parlamentoyê bila here lê ew tu car nabe îradeya sîyasî.
Wekî din bi sonda parlamenterîyê jî, ji xwe her tişt bi zelalî tê xûyakirin. Ew dikevin bin bandora Kemalîzmê û an jî dikevin bin bandora senteza Tirk û îslamê.
Ew kesên xwedêgiravî demokrat an jî kurd, bi hinek gotinên erzan û slogana miletê kurd dixapînin.
Îrada miletan û gelan a sîyasî encax bi parlamento û bi yasayên demokratîk dibin. Dema mirov li komara Tirkîyê û dîroka wê mêze dike heta roja îro ne parlamento ne jî yasayên demokratîk nehatîye xuyakirin û bicîhkirin.
Dewlet bi zanayî, pirsgirêka kurdan, bi taybetî bi dek û dolaban carcaran tîne rojevê. Hikûmet hinek gavên yasayî davêjin, dewletê mafdar derdixin û cardin bi behena terorê êrişî kurdan dikin. Îro bi dehan parlamenterên ji dewleta tirk ra digotin komara demokratîk, doza biratî û demokratîzekirina tirkîyê dikirin, bi cezayê giran di zîndanêdane. Kurd hê jî ji van fêlbazîya ders negirtine û li pê biratî û hevparîya komara tirkîyê ketine.
Kurd heta li ser erdê xwe nebin xwedî maf, nikarin bibin îrada miletê xwe. Heta bi navê miletê Kurd, federasyon, xweserî an jî parlemento û rêveberîya sîyasî ava nekin, li parlamentoya dagerker nikarin bibin xwedî irada miletê kurd.
Îro li rojavayê Kurdistanê rêveberîya sîyasî, xweser an jî defakto bûye îrada gelê rojavayê Kurdistanê. Bi her awayî çê xirab îradeya gel temsil dikin.
Li başûrê Kurdistanê, rêveberîya sîyasî ji parlamentoya Kurdistanê derdikeve û Kurd xwedî serok û serokwezîr in. Ew bi dengê miletê kurd tên hilbijartin û îradeya gelê Kurd temsîl dikin.
Li bakurê Kurdistanê dur an jî nêzîk ji bo rêveberîya sîyasî tu tiştek nayê xûyakirin. Loma, li bakurê Kurdistanê mirov nikare bêje felan kes an jî partî îradeya miletê Kurd e.
25.12.2020