Encûmena Hilbijartinê ya Amerîkayê bi dengdana xwe serokatîya Joe Biden pesend kir.
Di hilbijartinê da ji 538 Encûmenan 306 kesan dengên xwe dan Biden, 232 kesan dengê xwe dan Trump.
Li gor sîstema hilbijartina Amerîkayê, Encûmena Hilbijartinê serokê welat diyar dike, ew encûmen nûnerên hemû wilayetên Amerîkayê li xwe digire û ew deng didin kesekê daku ji bo çar salên bê bibe serokê welat.
Joe Biden piştî qezenckirina dengên Emcûmena Hilbijartinê daxûyanîkyek da û got; „Ji bo bidestanîna rihê wilayetên yekgirtî yên Amerîkayê demokrasî serket. Niha dema wê yekê hatiye ku divê em yekgirtî bin. Îro carke din li Amerîka yasa û îradeya gel bi ser ket. Ez dê ji îo pê va ji bo hemû ewên ku deng dane min û nedane min, kar bikim.“
Biryar e, dê di 20ê Çileya sala 2021 da Joe Biden bi fermî weke serokê nû yê Amerîkayê dest bi kar bike.