
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) îro derbarê dosyeya hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş da biryar da û ragihand ku divê ew demildest were berdan.
Selahattin Demirtaş di çarçoveya “lêpirsîna terorê” da, ji roja 4ê Mijdara 2016an va hatiye girtin û zêdetirî 4 salan e di girtîgehê da ye.
Parêzerê Demirtaş, Mahsunî Karaman li ser hesabê xwe yê twitterê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê eşkere kir, ku DMME di biryara xwe da dibêje “pêwîst e Demîrtaş were azadkirin.”
Di biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da tê gotin, ku Demîrtaş li derveyî yasayê hatiye girtin. Herdu dadweran di derheqê Demîrtaş da bêyasayî hukim dane û di destên wan da ti belgeyên Demîrtaş pê werin tawanbarkirin nîne.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêştir di 20ê Mijdara 2018an da jî biryara azadkirina Demirtaş dabû, lêbelê dadgeha Tirkiyê roja 4ê Kanûna heman salê di dosyeyeke din da bi tometa „propagandaya ji bo PKKê“ ew tawanbarkiribû û biryara zindanîkirina wî dabû. Sedem wê yekê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Demirtaş nehatibû cîbicîkirin.