Joe Biden, Fermandarekî berê yê CENTCOMê bo postê Wezîrê Berevaniyê berbijêr dike û eger Kongrês pesend bike, di dîroka Amerîkayê da cara yekem kesekî reşpîst ew post werdigre.
Lloyd Austin di dema serokatiya Barack Obama da, Fermandarê CENTCOMê bû û li Rojhilata Navîn heyamekê jî fermandariya hêzên Amerîkayê dikir.
Austin 8ê Tebaxa 1958an li wîlayeta Alabama ji dayîk bûye, 41 sal ximzeta wî ya serbazî heye û di sala 2016an da xanenîşîn bûye. Ji bo ku Austin bikare bibe Wezîrê Berevaniyê pêwîstiya wî bi rezamendiya Encûmena Pîran heye.
Lloyd Austin di şerê Iraq û Efxanistanê da cîh girtîye û piştî 2012an jî di dariştina stratejiya şerê dijî DAIŞê da jî xwedî rolekî mezin. Lloyd Austin xwediyê 17 xelatên serbazê yên rêzlêgirtinê ye.
Berbijêrkirina Austin ji aliyê medya Amerîkayê va li ser zarê 4 berpirsên îdareya Biden hatiye piştrastkirin, lê heta niha Biden ew berbijêrê wî postî bi fermî ranegihandiye.
Pêşbirka li ser wergirtina wî postî di navbera Michele Flournoy û Lloyd Austin da bû. Eger Flournoy ew post wergirtiba, ew jî di dîroka Amerîkayê da jinek yekem dibû wezîrê berevanîyê.