Serokê PDKê Mesûd Barzanî piştî hilbjartina serokatîya Amerîkayê, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke wessand û Joe Biden pîroz kir.
Mesûd Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê da dibêje: “Dostê min Joe Biden, jibo serkevtina te, ez te pîroz dikim. Hêvî dikim ku cîhana azadîxwaz di bin serkirdayetiya te da aştî û aramiyeke zêdetir bibîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di Twitterê peyameke pîrozbahiyê belav kirîye dibêje, “Ji dil pîrozbahiyê li serokê hilbijartî Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris dikim. Hêvîdar im em kar bikin daku hevbeşî û peywendiyên xwe yên dualî bihêztir bikin.”
Fermandarê Giştî yê HSDê jî pîrozbahî li serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden û cîgira wî Kamala Haris kirîye û dibêje, “ “Bi helkefta serkeftina wan a dîrokî germtirîn pîrozbahî li Joe Biden û Kamala Harris dikim. Em hêvîdar in hevahengiya me ya qayîm ligel Amerîkayê berdewam be, daku destkeftên xwe yên di şerê dijî DAIŞê de biparêzin û bingehê siberojeke baştir ji bo Sûriyê deynin.“
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser hesabê xwe yê Twitter^da Joe Biden û Kamala Harris pîroz dike û dibêje; “Pîrozbahiyê yê li birêzan Joe Biden û Kamala Haris dikim û hêviya xwe derbirî ji bo dirêjîpêdan û hemahengiya bihêz a di navbera Amerîka û Kurdistanê da…”