
Malpera Al Monitorê bi General Mezlûm Kobanî ra hevpeyvînek kirîye. Mazlum Kobanî di hevpeyvînê da behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê, nakokiyên di navbera partiyên Kurd û danûstandinên Kurdan dike. Herwiha rêveberiya nû ya Amerîka û egera destpêkirina diyalogekê li gel Tirkiyê jî dinirxîne.
Mazlum Kobanî di derbarê nakokiyên di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wiha dibêje, “Nakokiyên PKK û PDK wê bandorê li danûstandinên Kurdî-Kurdî bikin. Lê em ti car nabin beşek ji nakokiyên PKK û PDK û em piştevaniya ti aliyekî nakin.”
Di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û parastina aramiyê li wê navçeyê da jî Mezlûm Kobanî aşkere dibêje, “Ji bo aramkirina rewşê ez bi YNK û Nêçîrvan Barzanî ra di pêwendiyê de me. Danûstandinên Kurdî-Kurdî berdewam in û em bawer dikin dê serbikevin. Divê Kurdên Sûriyê bi xwe rêveberiya xwe bikin û biryarê bidin.”
Mazlum Kobanî di hevpeyvînê da behsa serkeftina Joe Biden a di hilbjarina Amerîkayê da dike û dibêje, “Em bi hatina rêveberiya nû ya Amerîkayê va geşbîn in. Em pêşbînî dikin ku rola Amerîka li navçeyê berfirehtir bibe û daxwaza me ew e, ku Amerîka hêzên xwe li navçeyê du qat zêde bike.”
Mezlûm Kobanî ji bo îhtimala desstpêkirina diyaloga li gel Tirkiyê jî raya xwe aşkere dike û dibêje, “Em amade ne bê merc diyalogê li gel Tirkiyê bikin.”
Di wê hevpeyvînê da Mezlûm Kobanî ji borola xwe pêşerojê jî wiha dibêje; „Ez dixwazim di pêşerojê da bi temamî derbasî nava karê siyasî bibim.”