
Sed sale li Tirkîyê bi hezaran partî hatine damezrandin. Ha partîyên ҫepgir û rastgir, ha partîyên îslamîst û nijadperest, hemû li ser hîmê Kemalîzmê hatine avakirin. Hemû partî li ser yek esasî hatine damezrandin. Ew jî ji bo yekitîya miletê Tirke.
Berî avakirina komara Tirkîyê, erdê împaratorîya Osmanî bi ҫar alî hatibû dagirkirin. Atatürk û hevalê wî bi alîkarîya Îngilîzan, ji Stenbolê derdikevin û berê xwe didin Anatoliyê. Lê mirov dikare bêje ҫûne Kurdistanê. Ji ber ku di şuna împaratorîyê da komara nû ava bikin. Yek hêvîykî wan heb û ew jî alîkarîya Kurdan bû.
Di destpêka komara Tirkîyê da, Atatürk cara yekemîn li Erziromê û li Sêwazê bi giregirên Kurd û Tirkan ra kongrê lidardixe.
Piştra Atatürk li tevayî bakurê Kurdistanê digere. Bi serokên eşîretan ra, şêx, axa, beg û bi terîqetê di nav civaka Kurd a cîh girtine ra, ji bo xilasbûna Tirkîyê dikeve nav danûstandinan. Cara yekem biratîya gelê Kurd û Tirk tîne ziman. Ji bo xilasbûna Tirkîyê alîkarîya Kurdan xwestîye û li ser maf û heqê Kurdan soz daye.
Atatürk bi giranî pirsgirêkên olî tîne ziman û dibêje, “eger em nebin yek, ne dîn û îman ne jî ar û namûsa gelê me dimîne. Emê bi hevra welatê xwe ji destê kafiran xilas bikin û bi biratî komara Tirk û Kurda damezrînin.”
Dawîya dawî Atatürk bi van gotinê xwe yên bi fêlbazî, Kurdan îkna dike. Ji miletê Kurd piştgirîyê digre û bi dilekî rehet berê xwe dide Enqerê.
Kurd jî yeqînîya xwe bi Atatürk û hevalbendê wî tînin. Bi bawerîya olî û biratîya Tirkan dikevin nav şer, bakurê Kurdistanê ji bin destê, Ûris û Fransizan xilas dikin. Lê ji felbazîya Atatürk û îdeolojîya îttihat û terrakî bê hayîdar, ji bo Tirkan kar û xebatên serkeftî dikin.
Kurdan ji zîhnîyeta Îttihat û Terrakîyê tiştek fehm nekiribûn. Heta hîşyar bûn ne qûweta wan ne jî tiştek di destê wan da mabû.
Komara Tirkîyê ava bû, biratî û wekhevî jî têk ҫû. Lê Kurdan ne dîn û îman ne jî ar û namûs xilaskirin. Serda jî, ji mezheba xwe ya Şafiî jî bûn û ew kirin qûrbana biratîya Tirkan.
Piştra rejîma Kemalîst bihêz bû û li diberî miletê Kurd dest bi zilm û komkujîya kir.
Ew zilm û zordarî hêjî berdewam e. Îro jî wek tê zanîn, Kurd hê ew Kurdên dema Atatürk in….
Di destpêka sala 1915an da rêvebirên Îttihat û Terrakî ji bo Kurdan ҫibûn, partî û serokê wan yên îro jî nevîyê wan in û di rîya kalikên xwe da terin.
Li Tirkîyê heta nuha partîyên hatine damezrandin, hemûya cara yekem berê xwe dane Kurdan û serdana bajarên kurdan kirine.
Îro jî ew partî û ew kesên ku dibêjin em birayê hevin pirsgirêkên Kurda em ҫareser dikin, ew jî derewan dikin.
Wek mînak, partîyên bi navên Deva û Gelecek, cara yekem serdana Amedê dikin û dibêjin, “emê pirsgirêkên Kurda ҫareser bikin.”
Heta ҫend sal berê serokê van partîyan yek serokwezir bû, yek jî wezîrê darayî bû. Gelo ji bo Kurdan qet ҫi ҫareser kirin.
Ew jî mafdarin, ji ber ku di damezrandina Komara Tirkîyê da heta roja îro, hemû partîyan serdana Amedê kirine û Kurdan xapandine. Ew jî îro wer dixapînin û kirinê bav û kalên xwe dişopînin. Ji ber ku heta roja îro, bi derew û fêlbazîyên xwe Kurd xapandin û hergav jî bi serketin.
Lê ew mafdarin, xwedêgiravî ҫil sale partîyên bi navê Kurdan hatine damezrandin, li ser sîyaseta neteweyî bawerîkî baş nedan miletê Kurd.
Mixabin, ew partîyên Kurdan nikarin li zimanê xwe jî xwedî derkevin. Ҫil sale bi deh hezaran cîwanên Kurd ji bo azadbûna Kurdistanê ketin dafika paradîgmayên bêbingeh. Li pê serok û sekreterên ku heyranê dewleta tirkanin, ҫûn. Bi piranî hatin kuştin. Yên mayin jî bi hezaran bûn îtirafkar. Bi hezaran jî, bi cezayê giran di zîndanên dewleta Tirkîyê da man. Bi hezaran keҫ û xort bi kiryarê nediyar hatin wendakirin.
Serok û sekreterên wan, ji bo xilasbûna canê xwe û ji bo parlementerîya Tirkan berê xwe dan Tirkîyê. Ji deh salan şunda bêhesab û bêkîtêb vegerîyan Tirkîyê. Bi partîyên xwe, dîsa dest bi daw û doza demokrasîya Tirkîyê kirin.
Ji ber şaştî û xeletîyên partîyên Kurdan, îro jî miletê Kurd dikeve dafika partîyên Kemalîst û îslamîst.
Ji bo ҫareserîyê pêwîstî bi partîyek nû heye. Ew jî divê, bi kadroyên ciwan û li ser hîmê netewetîyê Kurd bê avakirin.
01.11.2020