
Parlamentoya Iraqê îro, bêyî razîbûna aliyên Kurdistanî, projeyayasaya darayî ya ji bo wergrtina deynan pejirand.
Di yasayê da daxwaz tê kirin, ku Herêma Kurdistanê rêjeya petrolê radestî Iraqê bike. Heger ev yek nehê cîh, ti pereyek ji bo Herêma Kurdistanê nayê şandin.
Mesûd Barzanî di derbarê projeyasaya deynan da, ku bêyî Kurdan li Parlamentoya Iraqê derbas bibû, peyamek belav kir.
Mesûd Barzanî di peyama xw da dibêje; “Gelek mixabin careke din aliyên siyasî yên Iraqê, Şîe û Sunne, li Encûmena Nûnerên Iraqê xencer li pişta gelê Kurdistanê dan û budçe û rizqê xelkê Kurdistanê wekî kartek ji bo guvaş xistina li ser Herêma Kurdistanê bikaranîn.”
Barzanî bal dikişîne ser tekilîyên navbera Hewlêr û Bexdayê û dibêje, “Ev di demek da ye ku di dema derbasbûyî da çendîn car rêkeftin di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal da hatine îmzakirin, lê belê rêkeftin nehatine bicihkirin. Em wê yasaya Encûmena Nûnerên Iraqê ku bi bêyî ber çavgirtina bingehên hevbeşî û rêkeftinan derxistiye, bi babeteke siyasî û ji bo guvaşxistina li ser Herêma Kurdistanê û sizadana xelkê Kurdistanê dibînîn. Ev berevajiya bingehên hevbeşî û li hevkirin û hevsengiya di navbera pêkhatên Iraqe û cûreyeke ji tengavkirin û şerfiroşiyê. Xuyakir ku wan pêşwext biryara xwe ya li ser dijayetîkirina Herêma Kurdistanê dane û herdem bi wê lojîkê muamele li gel destûr û rêkeftinan û maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê dikin.”
Mesûd Barzanî pesnê helwesta aliyên Kurdî jî dide û dibêje, “Li vir pêzanînên min ji bo yekdengiya Nûnerên Kurdistanê heye, ku ew li Bxdayê bi helwesteke hevbeş dijî wê yasaya Encûmena Nûnerên Iraqê rawestîyane û ev helwesta wan cihê spasî û destxweşiye.”
Barzanî di peyama xwe da daxwaz ji Serokayetiya Herêm û Parlemen û Hikûmetê dike, ku li gel Nûnerên Kurdistanê yên li Bexdayê li ser vê babetê kom bibin û bigihin biryareke hevbeş. Biryarek bidin ku li asta berpirsiyariyê bê ji bo çareserkirina kêşeyan û li heman demê da jî kerameta mîlletê me bêparastin.“