
Îstîxbarata navxwe ya Almanya hişyariyê li ser metirsiya îslamiyên tundrew dide.
Serokê Encumena Parastina Destûrê û Îstîxbarata Navxwe ya Almanyayê Thomas Haldenwang ragihand ku divê li hemberî îslamiyên tundrew hişyar bin û eger heye li Almanya jî êrîşan encam bidin.
Thomas Haldenwang, bal dikşîne ser êrîşên li Fransa û Nemsa yên ku ji aliyê îslamiyên tundrew va hatine kirin û dibêje; „divê dam û dezgehên Almanyayê li hemberî tûndrewên îslamî hişyar bin.“
Haldenwang dide zanîn ku wî di salên derbasbûyî da jî her bal kişandiye ser metirsiya terora îslamî ya tundrew û niha jî divê ew her roj hesabê êrîşên tûndrewan bikin. Haldenwang dibêje, hestyariya îslamiyan gelekî bi hêz rabûye û divê ew agahdar bin.
Di heman demê da Haldenwang destnîşan kir ku ew nikarin niha bibêjin ku DAIŞ li Ewropa Rojava di çarçoveya planeke rêkxistî de tevdigere, lê ji bo çalakiyên takekesî yên radikal propaganda ku DAIŞê dike, bes e.
Li gorî amaran, Wezareta Navxwe ya Almanya çavdêriya 615 îslamiyên tundrew dike ku dikarin metirsîdar bin û 521 kesên ku dikarin metirsiyê çêbikin jî têne şopandin.