
Rûsyayê di derheqê şerê Azerbaycan û Ermenistanê da dawî li bêdengiya xwe anî. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov daxwaz ji herdu alîyan kir û got; “kuştina sivîlan gihîştiye asteke metirsîdar û divê bilez agirbestek were ragihandin.”
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê, Lavrov şeva berê bi telefonê li gel Wezîrê Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan axifîye.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan jî ragihand, ku Rûsya dikare roleke zêdetir di çareserkirina krîzê de bilîze.
Paşînyan dide zanîn ku divê pirsgirêk di nava Grûpa Mînskê da were gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Ermenistanê ji rojnameyeke Almanî ra axifîye û bal kişandiye ser sîstema bergiriya mûşekî ya li bingeha Gumruyê. Paşînyan peymana di navbera Rûsya û Ermenistanê da bi zelalî eşkere dike, ku di kîjan rewşê da ew sîstem dikarin ji bo ewlekariya Ermenistanê bêne bikaranîn. Paşînyan dibêje, ew piştrast e ku wê Rûsya pabendî peymanê be.
Paşînyan di derbarê Tirkîyê da jî wiha dibêje, “Tirkiyê leşkerên kirêkirî li wê deverê bikar tîne û belgeyên li ber destê Rûsya jî vê yekê piştrast dikin.”