
Roja Duşemê 19ê bi beşdariya Rawêjkara Almanyayê Angela Merkel 12emîn Lûtkeya Entegrasyona Ligel Civakê bi rêya vîdeo-konferans hat sazkirin.
Merkel axaftina xwe ya di lûtkeyê da di derbarê Kurdên êzdî da wiha dibêje: „Yek milyon û nîv Kurd li Almanyayê dijîn. Piştgiriyê li plana vegera Kurdên Êzdî ya ji bo niştimanê dayîk dikim. Kurdên Êzdî di dilê min de ne. Rojek şûnda Serokwezîrê Iraqê digihe Almanya, di civîna me da, dê behsa vê pirsê were kirin.“
Ji komele û rêxistinên gelên biyanî hejmareke zêde beşdarî lûtkeyê bûn. Serokê Komeleya Kurdên Almanyayê Mehmet Tanriverdî li ser navê Kurdên niştecihê wî welatî beşdarî lûtkeyê bû.
Mehmet Tanriverdî di daxuyaniyekê da dibêje; „Di lûtkeyê de behsa polîtîkayên hikûmeta Almanyayê yên derbarê entegrasyona penaberan de ligel civakê hat kirin. Min jî behsa pirsgirêkên Kurdên niştecihê Almanya û Kurdên Êzdî kir. Min daxwaz ji Merkel kir, ku ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û cîbicîhkirina wê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê hevkar be.“
Duh jî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî Fransayê serdana Almanyayê kir. Mistefa Kazimî li Berlînê ji aliyê Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ve hat pêşwazîkirin. Ji bilî gotûbûjkirina peywediyên du alî û mijarên têkildarî herdu welatan, Angela Merkel di civînê de bi giringî behsa rewşa Şingalê û Kurdên Êzidî kir.
Wezîrê Derve yê Iraqê, Fuad Husên radigihîne, ku di civîna li gel Merkel da, ji bilî peywendiyên Iraq û Almanyayê û mijarên girêdayî herdu aliyan, rewşa Kurdên Êzdî û rewşa Şingalê jî hat gotubêj kirin.
Fuad Husên dibêje: “Hem Macron û hem Merkel behsa rêkeftina navbera Bexda û Herêma Kurdistanê ya derbarê Şingalê de kirin. Xuya ye ku Şingal bûye remzek, lê giringiya Şingalê jî aşkere ye, ku bi welatên derdorê jî peywendî heye. Herdu alî Parîs û Berlin, destxweşî li serokwezîr kirin, ku ew rêkeftin bê cîbicîkirin.”