Ev çend roj e, artêşên Azerbaycan û Ermenistanê li herêma Nagorno-Qerebaxê şer û pevçûnê dikin.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron berî Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê derbarê şer û aloziyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê da bi rojnamevanan ra axifî.
Emmanuel Macron di axaftina xwe da diyar dike, ku hejmareke çekdarên ji cîhadiyên Sûriyê, di ser Dîlokê ra ji bo eniya Qerebaxê hatine şandin. Ew li Qerebaxê piştevanên Azerbaycanê dikin.
Macron di derbarê vê mijarê da axaftina xwe domand û got; “Li gor zanyariyên me bidest xistine, çakdarên girêdayî grûpên cîhadî yên Sûriyê, berê derbasî Dîlokî bûne. Dû ra jî ji wê derê ber bi eniya Qerebaxê hatine şandin. Ev pêşhateyeke ku dê encama gelek tiştan biguherîne. Di seatên bê da em dê li Konseya Ewropayê behsa mijarê bikin. Em vê yekê ligel Vladimir Putîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gotûbêj dikin.”
Ev yek di demekê de ye ku serokên Rûsya, Amerîka û Fransayê bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaza agirbesteke demildest li Ermenistan û Azerbaycanê kir.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, hevserokên Rêxistina Hevkarî û Emnî ya Ewropayê, Rûsya, Amerîka û Fransayê di wê daxuyaniya hevbeş de şer û tundûtûjiya li Nagorno-Qerebaxê şermezar kirin û bang li aliyan kirin ku dawî li şer bînin.
Serokên her sê welatan bang li serokên Ermenistan û Azerbaycanê kirin ku bêyî merc bi piştevaniya Grûpa Mînsk a Rêxistina Hevkarî û Emnî ya Ewropayê, berpirsyariyê li xwe bigirin ji bo destpêkirina danûstandinan.