Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov ragihand, sedem kiryarên Amerîkayê pirsgirêka Kurd ber bi xaleke cidî te re.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke rojnamevanî da axifî û bal kissand ser kiryarên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê û got; „Amerîka hewl dide li Rojavayê Kurdistanê ji bo Kurdan “nîvdewletekê” ava bike.“
Lavrov dibêje; „Amerîka dixwaze navçeyên rojhilatê Firatê ji Sûriyê cuda bike û nîvdewletekê li rojhilatê Firatê damezrîne. Jibo vê yekê jî Amerîkî hewl didin xweseriyek Kurdî ava bikin, ku dê ew xwediyê fonksiyonên nîv-dewletî be. Herwiha em dizanin ku ew hewl didin Tirkan jî razî bikin da ku Tirk jî li dijî kirin û kiryarên wan dernekevin.
Di vê rewşê da, mesele êdî ne tenê bi Sûriyê ra, lê bi pirsgirêka Kurd ra têkildar e. Dibe ku bi rengeke weha biteqe ku rewşa heyî xwezî pê bîne.”