Ermenistanê bi fermî konsulxaneya xwe li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê vekir. Arşak Manûkiyan (Arshak Manoukian) wek yekemîn Konuslê Ermenistanê dest bi kar kir.
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ragihand, ku wî roja Çarşemê pêşwazî li yekemîn Konsulê Giştî yê Ermenistanê yê li Kurdistanê, Arşak Manûkiyan kiriye. Sefîn Dizeyî di derbarê vê yekê da wiha dibêje; “Me di derbarê peywendiyên du alî û mijarên cihê giringiya herdu aliyan de gotûbêj kir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li destpêşxeriyên dewletan ji bo pêşxistina peywendiyên me û avakirina hevbeşiyekî bihêz dike.”
Balyozê Ermenistanê yê li Bexdayê Hrachya Poladiyan di 20ê Hezîrana 2019an de tevî şandeke welatê xwe serdana Herêma Kurdistanê kiribû û di civîna li gel Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî gotibû ku, welatê wî dê di sala 2020an de konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke.