
Balyozxaneya Fransayê ya li Enqerê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi armanca parastina ewlekariya welatiyên xwe yên li Tirkiyê, daxuyaniyeke hişyariyê belav kir.
Di daxuyaniyê da ji welatiyên Fransayê hatiye xwestin ku di geştên xwe yên li nava Tirkiyê de ji xwe hayadar bin û bi taybetî xwe ji kombûn û xwepêşandanan dûr bixin.
Berî çar rojan Amerîkayê ragihandibû ku di destê nûnertiya wê ya li Tirkiyê da zanyarî hene û dibe ku li hemberî hemwelatiyên Amerîkayê û kesên biyanî êrişên terorî bêne encamdan an jî bêne revandin.
Ev yek di demekê da ye nakokî û gotinên tund di navbera Serokomarê Fransayê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da serî hildane.
Herî dawî Erdogan roja 26ê Cotmeha 2020an banga boykotkirina malê Fransayê kiribû û gotibû, “li welatên Ewropayê bi taybetî jî li Fransayê dijmintiya Îslamê wek şewbekê li nav civakan da belav bûye.”