Şandeke Swedî, ku ji Serokê Partiya Çep a Siwêdê Jonas Sjostedt, Cîgira Serokê Parlemena Siwêdê Lotta Jonşon Fornarve û Parlementerê Partiya Çep a Siwêdê Hakan Svenneling xwest serdana Selahattin Demirtaş bikin. Heyetê berê xwe dabû Edirnê, lê ji alî dewletê va hatin astengkirin û serdana wan a ji bo Demirtas nehate cîh.
Serokê Partiya Çep a Siwêdî Jonas Sjostedt ragihand, ku rêvebirên dewletê rê nedane wan, ew Demîrtaş bibînin.
Jonas Sjostedt dibêje, ewê bi berdewamî daxwaza azadkirin û herwiha ewê daxwaza dîtina wî bikin.
Jonas Sjostedt di ragihandina xwe da got; „hikûmeta Tirkiyê ji ber tirsa xwe ya ji Demîrtaş wî ji zindanê bernade. Lê ji mercên me yek ev e, ku azadkirina girtiyên siyasî, bi taybetî jî Selahattin Demîrtaş, dikare peywendiyên me li gel Tirkiyê baş bike.“
Tê zanîn ku ji sala 2018an û vir ve ti şandeke Ewropî nikare serdana Demîrtaş bike û bibîne.