Mesûd Barzanî îro di sêyemîn salvegera Şerê Pirdê da ku di wî şerî de hêzên Pêşmerge êrîşa artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bo ser Herêma Kurdistanê rawestand û tanka Abrams a Amerîkî têk bir, peyamek belav kir û ragihand, “îro wekî doh nîne û sibê jî wekî îro nabe.”
Barzanî di salvegera sêyemîn a şerê Pirdê da, peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe dibêje: “Îro weke doh nîne, sibê jî wekî îro nabe.”
Serok Barzanî ev peyam ji pirtûka xwe ya nû ya bi navê Bo Dîrokê wergirtiye, ku herî nû mijûlî nivîsandinê wê ye. Ew gotin ji bo bûyereke 17ê Cotmeha 2017an, dema Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê, Douglas Suleiman peyamekê ji Serok Barzanî re dişîne û têda dibêje, „dunya guherî ye, îro duh nîne, pêwîst e hûn pêdeçûnê bi xwe bikin.“
Di 20ê Cotmeha 2017an da, piştî şerê Pirdê û serkeftina hêzên Pêşmerge, Serok Barzanî bersiva Balyozê Amerîkayê yê wê demê dide û jê re dinivîse: “Cenabê Balyoz, îro weke doh nîne û sibê jî weke îro nabe.”
Serok Barzanî di pirtûka xwe de amaje bi rola negatîfa du dîplomatkarên Brîtanî û Amerîkî dike û wiha dibêje: “Piştî ku di 7ê Hezîrana 2017an da biryara lidarxistina referandumê hat dan, Frank Baker, Balyozê Brîtanya yê li Iraqê di destpêkê da li hember vê babetê vekirî bû û behsa hemahengî û hevkariya welatê xwe û Kurdistanê dikir. Wî li dijî Kurdistanê roleke gelek xirab lîst û agahdarî gelek fitne û pîlan û nihêniyên li dijî Kurdistanê bû. Destê wî jî di nav wan xirabîyan da hebû.”
Barzanî ji bo wî di pirtûka xe da wiha dibêje; “Douglas Suleiman Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê roleke gelek xirab lîst. Hem di handana neyarên Kurdistanê da û hem jî di dana raport û zanyariyên li ser Kurdistanê bi şaşî da Waşingtonê.”
Di 20ê Cotmeha 2017an de, hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li sînorê navçeya Pirdê ku di navbera Hewlêr û Kerkûkê da ye, li beramber hêzên Heşda Şeibî û hêzên din ên Iraqî rawestiyan û şer û berevaniyeke tund kirin. Rê li pêşketina wan hêzan ber bi Hewlêrê û kûrahiya axa Herêma Kurdistanê va girtin.