
Ursula von der Leyen li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê di derbarê pirsgirêk û aloziyên navbera Tirkiye û Yunanê da gotarek pêşkêş kir. Von der Leyen di gotara xwe da dibêje, divê Yunan û Qubris bizanin, ku di mijara parastina mafê serweriya rewa da Yekîtiya Ewropayê piştîvaniya wan dike.
Layen wiha dibêje; „Yunan û Qubrisê guşarên xwe li ser welatên Yekîtiya Ewropayê zêde kirine, daku Tirkiyê ceza bikin. Jiber ku li ser proseya gera bi pey çavkaniyên xwezayî da li wan navçeyên Deryaya Spî berdewam e ku Yunan û Qubris wek sînorê xwe dibînin.
Belê Tirkiye mêvandariya hejmareke zêde ya koçberan dike, lê em wek Yekîtiya Ewropayê alîkariyeke zêde ya darayî didin Tirkiyê. Lêbelê nabe ku Tirkîye vê yekê ji bo welatên din wek gef bikar bîne û gefan li cîranên xwe bixwe .”