
Bhagavad Gîta, yek ji tekstên girîng ên edebî ye û 200 sal berî mîladê, bi zimanê sanskrîtî hatiye nivîsandin.
Ev pirtûk, ji alî Hasan Huseyin Ozturk bi navê “Stranên Xwedê” bi zimanê Kurdî hate wergerandin û di weşanxaneya Avestayê da hatîye çapkirin.
Gîta ya ku bi zimanê sanskrîtî bi strankî hatiye nivisîn, ji 700 sutrayan (ayet) û 18 beşan pêk tê. Ew di warê ziman û wêjeyî da tekstek gelek giranbiha ye. Her sutrayek qala çendîn babet û rêyan dike ku ew hevdu temam dikin. Ew hemû jî di dawiyê da ber bi armancekê va diçin ku ew jî gihiştina bi heqîqetê û azadiya mirov e. Lewra mebesta sereke ya Gîtayê azadbûna mirov e.
Di havîna sala 2008an da wergêrê kitêbê bi grûbeke Navenda Yogayê ya Stenbolê ra diçe Zanîngeha Vîvekanandayê ya li bajarê Banglorê. Serokê zanîngehê H.R. Nagendra bi kêfxweşî pêşwaziya wan dike û bi bihîstina wergerandina Gîtayê a bi zimanê kurdî kêfxweşîya xwe tîne ziman û bi dilekî germ wiha dibêje: “Haya we jê heye ku we karekî gelek mezin kiriye. We Gîta li zimanekî bêdewlet wergerandiye.”
Di derbarê „Bhagavad Gîta” da gelek siyasetmedar, nivîskar û fîlozofên navnetewî raya xwe anîne ziman.
Mahatma Gandhî di derbarê “Bhagavad Gîta” da wiha dibêje: “Dema ku ez dikevim nav gumanan, dilteng û bêhêvî dibim, ez di asoyê da tu tîrêjên ronahiyê nabînim. Ez berê xwe didim Bhagavad Gîtayê, li dû hevokekê dikevim ku min asûde bike û paşê pê ra dikenim û xemgîniya min direve.”
Nivîskarê Alman Hermann Hesse: “Mezinahiya Bhagavad Gîtayê di wê yekê da ye ku jiyana xweş û rast a felsefeya di nav dîn de aşkere dike.”
Nivîskar û helbestavanê Brîtanî Aldous Huxley Bhagavad Gîta weke nîşana sîstematîk a geşbûna ruhanî ya mirovahiyê pênase dikee û dibêje: “Ev, kurteya herî aşkere û giştî ye. Lewra qîmeta wê ya berdewam ne tenê ji bo Hindistanê ji bo tevahiya mirovahiyê ye.”
Feylesofê Alman Arthur Schopenhauer jî dibêje: “Gîta di dinyayê da ji bo fêrkariyê mezintirîn çavkanî ye.”