
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo serdana Komara Qibrisê kir û li gel serokomarê Qibrisêî Nikos Anastasiadis civînek pêk anî.
Mike Pompeo piştî cîvinê di derbarê aloziyên li rojhilatê Derya Spî da dîyar kir, ku welatên navçeyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêyên aştiyane bibînin.
Pompoe di axaftina xwe da got; “Mafê Komara Qibrisê heye ku her çavkaniyek sirûştî ya li devera xwe ya aborî bikar bîne.
Rojhilatê Derya Spî xwediya wê şiyanê ye, bi rêya enerjiyê gelek welatan li hev kom bike û bazarên nû ava bike. Çavkaniyên enerjiyê dê di navbera Rumên Qibrisî û Tirkên Qibrisî de bên dabeşkirin. Em ji çalakiyên Tirkiyê yên li wê navçeyê gelek nîgeran in.
Em dizanin ku hemû keştiyên Rûsî yên li benderên Qibrisê li Sûriyê karên mirovî nakin û me nîgeraniyên xwe gihandin aliyê Qibrisê.”
Serokomarê Qibrisê Nikos Anastasiadis aşkere kir, ku wan amadebûna xwe ji Pompeo ra ragihandiye û bi rêya danûstandinên dualî û bi rêya Dîwana Dadê ya Navdewletî, qadên avî yên li bakur û rojavayê Qibrisê bi Tirkiyê bên sînordarkirin.
Herwiha wezîrên derve yên Qibris û Amerîkayê, di çarçova bihêzkirina hevkariya di warê asayiş û berevaniyê de, rêkeftinek îmze kirin.