
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron roja Çarşemê, piştî serdana xwe ya Lubnanê serdana paytexta Iraqê bajarê Bexdayê dike. Macron li Bexdayê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ra diceve.
Emmanuel Macron ji bo dema çend saetan li Bexdayê dimîne, ku dema wî ya ji bo serdana Hewlêrê bike, nîne. Loma li ser daxwaza Macron hevdîtina wî ya bi Nêçîrvan Barzanî ra li Bexdayê tê encamdan.
Medyaya Fransî radigihîne, ku vê carê Macron nikare serdana Hewlêrê bike, loma dê serkirdeyên Herêma Kurdistanê ji bo dîtina Macron biçine Bexdayê.
Li gor agahiyên berdest Macron tenê yek rojek li Bexdayê dimîne û mijara hevdîtina wî ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û berpirsên din ên Iraqê jî serweriya axa Iraqê ye. Herwiha tê çaverêkirin ku gotûbêj li ser pirsgirêkên Amerîka û Îran yên li nav xaka Iraqê û binpêkirina sînoran ku ji aliyê artêşa Tirkiyê tên kirin.