
Gelo di civaka Kurdan da ew sê peyv, jin, jîyan û azadi tên ҫi wateyê. Rastî, jin jîyan e, lê azadîya jinê ҫîye. Cîyê jina Kurd îro li kîjan astê ye. Angorî civak û jinên rojhilata navîn xirabe an pêşketîye.
Miletê Kurd hê xwedî dewletek serbixwe nîne û di herxalî da bindest e. Gor vê rastîyê, mirov çawa dikare bêje jina Kurd azad û xwedî mafê xweyê sirûştîye. An jî di tevgera civakê da bi serê xwe azade. Tiştên îro ji alîyê hinek partîyên Kurd, ji bo mafên jina tên parastin ji rastîya civaka Kurd dûrin.
Miletek gava bê dewlet û bindest be, helbet azadîya jinên wî miletê jî tune. Ji ber ku jin ji nîvê wî civakê ne.
Li Rojavayê Kurdistanê bi xwîna deh hezar şehîdan, Kurd bûn xwedî erk û desthilatdar. Di dema şer da, jinên Kurd jî bi berxwedan û bi jêhatîbûna xwe li cîhanê bûn sembol. Lê ew bûyer û serkeftinên destkeftî, ew serkeftîyên hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûn.
Kurd îro li pê îdeolojîya ҫep ketine û bi siloganan vala şoreşa jinê îlan dikin. Li ҫar parҫeyê Kurdistanê bi sedan komel û tevgerên bi navê jinan hatine damezrandin. Ev tiştekî xirab nîne, lê ya xirab ew e ku dibêjin, „me bi paradîgma Öcalan şoreşa jinê ҫêkir. Jina Kurd azad kir û di dinyayê da jina Kurd tenê bi serê xwe û azade.“
Heta dibêjin, „şoreşa jina Kurd, bi taybetî li Rojhilata navîn jî bi serketîye û şoreşa Jinê ya Rojava ji bo welatên rojhilata navîn bûye modeleke girîng. Li Amerîka başûr û li tevayî cîhanê, bi serkeftî tê şopandin. Ev paradîgma ji bo jinên cîhanê bûye mînak. Loma dewletên emperyalîst, kewneperest, eşîr û îqtîdar û îqtîdara mêran li dijî vî şorêşê ne.“
Lê xwedîyê van silogan, bi ev propogandaya derew encax xwe û gelê kurd dixapînin. Li Rojavayê Kurdistanê, hinek partî dixwazin destkeftîyên ҫêbûne bikin qurbana şoreşa bi navê paradîgma jinê. Bi rastî bi navê şoreşa jina kurd, ne şoreş ne jî azadîya jinê ҫêbûye. Helbûkî şaştîya mezin ewe ku, ji bo wan serkeftî û bedelên giran, girêdana bi şoreşa jinê va ye.
Li Tirkîyê û li bakurê Kurdistanê îro jî azadîya jinên Kurd ji xwe tune. Zimanê Kurdî îro qedexe nebe jî hatîye jibîrkirin. Li Tirkîyê ne ku azadî, ji bo Kurda peyva demokrasîyê jî qedexeye. Zarokên ku jinên Kurd mezin dikin, kurdî nizanin. Lê azadîya jinên bakurê Kurdistanê hatîye îlankirin.
Azadîyek çawa?
Yên ku ev azadî îlankirine, ew bixwe jî bersiva vê yekê nizanin û nikarin bidin.
Ne Kurdistan bûye dewletek azad, ne jî Kurd û jinên Kurd azad in
Loma ev sîyaseta bi navê tê meşandin, ji bo jinên Kurd û civaka Kurd, malxirabîyeke mezin e.
Di çalakî û meşan da posterê ecêp dinivîsin û didin destê, dayîkên şehîdan. Slogan û pankartên ku didin destê jinên ji xwendin û nivîsandinê bêpar, ku naveroka wan bizanibin davêjin erdê û jê dûr dikevin.
Halbûkî xwedîyê paradîgmayê êsîr e, Kurd jî hê êsîr in, bê ziman û bê dewlet in. Bê yasa û bê hiqûq in, lê xwedîyê paradigma jinê û jinên wê paradigmayê diparêzin, dibêjin, „em jinên Kurd azadin.“
Kurdan li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo parastina welatê xwe di her warî da bedelên giran dan. Ew bedel ne ji bo azadî û şoreşa jinan bû. Ew ji bo azadî ya tevayî milletê Kurd bû. Lê ew serkeftinê li Rojavayê hatine bidestxistin, ji bo paradigmayek pûҫû vala li bakurê Kurdistanê bikartînin.
Ji bo azadîya Kurdan, bi salane bi deh hezaran keҫ û xortên Kurd şehît ketin. Divê Kurd êdî ji bo azadîya welatê xwe kar û xebatê bikin. Ne ji bo paradîgmayên bêbingeh û biratîya Tirkan…
Aqilbendê van projeyên bi navê, komûna jî hemû jin û mêr ên Tirk in. Ew hemû ji civaka Tirkan dûr in. Lê bûne aqilbendê kurdên bê aqil. Daxwaza wan jî ew e, ku orf û edetên di nav miletê Kurd wek qalib cîh girtîye û hê destên wan da maye, bidin wendakirin.
Paradigmaya bi navê jinê sosyolojîya mal û malbata gelê Kurd jî xirab dike.
Gelo li kîjan dinyayê mînakek heye, milet bê dewlet û bidest be, jinên wan jî azad û îqtîdar bin.
Bawerim ne koran tiştek wusa dîtîye nejî kerran bîhîstîye.
30.09.2020