
Ji bo rêkxistina hêzên Pêşmerge û çaksaziya di Wezareta Pêşmerge da 5 komîte hatibûn avakirin: Tevahiya wan komîteyan dest bi kar kirine û beşek ji karên wan di qonaxa dawiyê da ye.
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer radigihîne, ku bo rêkxistin û çaksazîkirina di wezareta pêşmerge da 5 komîte hatine avakirin û ji bo wan çend erkên cuda hatine destnîşankirin.
Cebar Yawer di derbarê wê pêvajoyê da wiha dibêje; „Proseya çaksaziyên di wezareta pêşmerge da ji qonaxên baş derbas bûne û di demeke nêz da dê encamên baş jê derkevin.
Yekxistina yekîneyên jimêrkariyê ku karê wan di qonaxa dawiyê da ye, rêkxistina mîlakatên wezareta pêşmerge, amadekirina dosyeya tevahiya efser û piledaran, veguhestina xanenişîn û kêmendaman ji bo ser wezaretên darayî û şehîdan, veguhastina zêrevanên wezaretan ji bo ser wezareta navxwe ji erkên wan komîteyan in.“
Di çaksazî û rêkxistina hêza Pêşmerge da hêzên Hevpeymanan û bi taybet Amerîka, Almanya, Brîtanya û Holanda xwedî roleke bi bandor in û wan proje û pêşniyarên xwe dane wezareta pêşmerge.
Konsulê Holanda yê li Hewlêrê jî radigihîne, ku ew dixwazin di qonaxeke demdirêj da Pêşmerge bihêztir û xwedî şiyanên bêtir be, Di warê serbazîyê da bi awayekî profesyoneltir tevbigere.
Konsulê Holanda Willem Cosijn wiha dibêje: “Ji bo me, projeya çaksazîkirina pêşmergeyan projeyeke mezin e. Em bi Amerîka, Brîtanya û Almanyayê ra li ser vê projeyê kar dikin. Ev planeke demdirêj e û pêdiviya vê planê bi demê heye. Plan ev e ku Pêşmerge di warê leşkerî da profesyonel, hejmara wan kêmtir be û bihêztir be.“