
Bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, di çarçova lêpirsîna li ser heman bûyeran, di derbarê 82 kesan da biryara desteserkirinê hate dayîn, ku Şaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û parlamenterê berê yê HDPê Altan Tan jî di nav da ne.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay di derbarê dawîn operasyonên li dijî endam û alîgirên wê partiyê de daxûyanîyek da.
Ebru Gunay operasyonên li dijî HDPê dewama qirkirina siyaseta demokratîk bin av dik û dibejê, “ev operasyon li ser şexsê HDPê derbeyek li xistina demokrasîyê ye.”
Gunay di daxûyanîya xwe da dibêje; “Biryara van operasyonan biryareke sîyasî ye û dadgeh jî bûne alavên vê siyaseta qirêj û dijminane. Ev çend sal in daraz ji peywira xwe bi dûr ketiye û li gor talîmatên desthilatê dimeşe.
Wek HDP me gelek caran bi awayekî fermî ji meclisê daxwaz kir ku bûyerên Kobaniyê bên lêkolînkirin. Hemû pêşniyaznameyên me hatin redkirin. Desthilat tu car naxwaze ew bûyer bên ronîkirin. Jiber ku dizane rastî li dijî wan e. Dizane ku yên hatine qetilkirin bi destê peywirdarên dewletê hatin kuştin û 34 kes ji wan endamên HDPê bûn. Loma naxwazin heqîqet derkeve holê.”