
Hikûmeta Fransayê di derbarê Dîroka Kurd û Pirsa Kurd da dersek dixe nav programa lîseyê ya pola 11an. Ders di pirtûka dîrokê û cografyayê da hatiye danîn û navnîşana dersê jî, “Kurd: neteweke bê dewlet e.”
Hêviya serxwebûnê
Di naveroka wê dersê da agahîyên wiha cîh digrin.
Kurd li cîhanê mezintirîn netewa bê dewlet e û hejmara wan nêzîkî 40 milyon e. Piraniya wan li ser mezhebê Sunne ne. Sed sal e Kurd ji bo Kurdistaneke serbixwe, li dijberî ew dewletên ku beşek ji Kurdistanê ketiye nav sînorê wan, têkoşînê dikin. Li dijî wê hewldanê radiwestin, lê rûxana rejîma Seddam û herrifîna Sûriyê, hêviyên ji bo avakirina Kurdistaneke serbxiwe vejandine.
Di birgeyeke din a dersê da pirsek wisa hatiye kirin, “gelo milmilaniyên Rojhilata Navîn dibin sedema çêbûna dewleta Kurdî?”
Pêşmerge
Di birgeyeke din de behsa rola hêzên Kurdî û têkbirina DAIŞê tê kirin. Di vê bêşê da behsa rola Pêşmerge wiha hatîye nivîsandin: “Wateya Pêşmerge di zimanê Kurdî da, ewên ku rûbirûyê mirinê dibin e.”
Dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê jî di naveroka dersê da cîh digre.
Di derbarê Efrînê da wiha tê gotin; “Em nikarin bêjin em agahdar nînin. Di Adara 2018an de artêşa Tirkiyê navçe û bajrê Efrînê yên piranî Kurdnişîn dagîr kir. Ew navçe jî radestî komên cîhadî hatiye kirin, ku mafê birina hemû tiştên destbiserdegirtî hene. Çekdarên wan milîsan, mal û gelek dikanên Kurdan talan kirine. Dest bi revandinê bo wergirtina fidyeyê kirine û bêyî ti dadgehîkirinekê kuştina bikom encam dane.”
Spasiya Trump a ji bo Kurdan jî di naveroka dersê da wiha cîh digre.
“Kurdên Sûriyê yekemîn hêz bûn ku Dewleta Îslamî têk birin û Bexdadî ji paytexta wî, ji Reqayê derxistin. Bêyî wan ku di vî şerî de 11 hezar qurbanî dan.”
Di dersê de hin pirs ji li xwandekaran tên kirin:
Gelo di nav hemû dewletan da rewşa Kurdan weke hev e?
Gelo serxwebûn tekane rê ye ku Kurd dixwazin, her wek ku di destpêka salên 20î yên sedsala bihorî de hewl bo dida?
Di şerê dijî Dewleta Îslamî da rola Kurdan çi bû?
Çima em nikarin berawirdê di navbera rewşa Kurdên Sûriyê û Kurdên Iraqê de bikin?